Parlamentera HDPê Taşdemir: Ez neçûme Gare, armanc reşkirin e

22-02-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê ya Agirî Dilan Dirayet Taşdemir derbarê îdîaya Soylu de got: “Ez neçûme Gare. Îddîa derew û bêbextî ye. Gelo dozgerên ku daxuyaniyên Soylu wek gilehî qebûl dikin, dê axaftina min jî wek gilehî qebûl bikin û derbarê Soylu de lêpirsînê bidin destpêkirin?”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di programeke weşana zindî de îddîa kiribû ku berî operasyona artêşa Tirkiyê ya dijî PKKê bo ser Çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agirî Dilan Dirayet Taşdemir çûye Çiyayê Gare.

Piştî daxuyaniyên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi tohmeta “endambûna rêxistina terorê” derbarê Taşdemir de lêpirsîn da destpêkirin û HDPê û Taşdemir jî ew îddîa red kirin.

Derbarê wan îddîayan de Dilan Dirayet Taşdemir li Navenda Giştî ya HDPê civîneke çapemeniyê saz kir û got: “Ez neçûme Gare. Îddîa derew û bêbextî ne. Gelo dozgerên ku daxuyaniyên Soylu wek gilehî qebûl dikin, dê axaftina min jî wek gilehî qebûl bikin û derbarê Soylu de lêpirsînê bidin destpêkirin?”

Taşdemir da zanîn ku şeş sal e HDP di jêr êrîşeke dijwar a desthilata AK Partiyê de ye û got: “Niha jî dest bi propagandeya reşkirinê kiriye. Ev bêbextî û derewên desthilatê ne. Wezîrê Navxwe ku divabû 16ê Sibatê li parlamentoyê derbarê operasyona Garê de hesab bide, germ bû û partiya me kir armanc.”

Taşdemir diyar kir ku careke din li parlamentoyê Soylu di gotareke xwe de gotiye parlamenterek çûye Gare bo têkdana raya giştî û got: “Piştre derket kanaleke alîgir û bêbextî li partiya me kirin. Piştî daxuyaniyê navê min da lê ti belge dernexistin holê. Pişta xwe bi gotegotekê girê da û dest bi reşkirinê kir. Gotinên wî ji binî ve derew in. Madem di destê wî de belge û zanyarî hene çima nedan dozgeriyê, man li benda operasyona Gare. Divê bersiva van pirsan bide.”

Parlamentera HDPê Dilan Dirayet Taşdemir wiha got: “Civak bi rastî di rewşekê de ye ku ji van derew û bêbextiyan bêzar bûye. Pirsgirêkên xelkê birçîtî, bêkarî û xwekuştin in. Li bajarekî tenê di rojekê de 7 kesan ji ber nebûnê xwe kuştine, kesek zarokên xwe dibe ba cîranên xwe û ji ber birçîtiyê xwe dikuje, yên ku divê dest ji kar berdin, êrîşkirina ser me kirine pîşe. Di demekê de ku ev hemû pirsgirêk di rojevê de ne, tişta ji aliyê desthilatê ve dibe armanc, ne ez im, siyaseta demokratîk e. Desthilata AKPê her dema tengav dibe, êrîşî siyasetên demokratîk dike, êrîşê dibe ser Kurd û jinan. Ez dê hemû mafên xwe yên yasayî bikar bînim. Dozê vedikim û daxwaz dikim bêm qerebûkirin. Wan pereyan jî ku wek qerebû qezenc dikim, didim zarokên hejar ên Agirî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst