19emîn rûniştina Doza Kobaniyê îro birêve diçe

21-11-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina 19emîn a doza bûyerên Kobaniyê îro li 22emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê dest pê kir. Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de 17 jê girtî 108 endam û berpirsên HDPê tên darizandin.

Berî destpêkirina dozê Hevseroka HDPê Pervin Buldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran, rêveberên jin ên HDPê yên Amed û Enqerê û nûnerên jin ên saziyên sivîl û partiyên siyasî xwestin li pêş dadgehê daxuyaniyekê bidin lê polîsan rê nedan jin daxuyaniyê bidin.

Jinan dirûşmên “Dê yê serkeftî tekoşîna jinan be”, “Jin, jiyan, azadî” gotin. Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da û got, “Hevalên me yên jin li hundir li hêviya me ne. Em ê bi wan re di nav hevkariyê de bin. Em ê nîşan bidin ku ne di nav çar dîwaran de û ne jî di dorpêça polîsan de nikarin bi tekoşîne jinan paş de gav avêtin bidin. Dê ev bêne darizandin. Dê yê serkeftî tekoşîna jinan be, jin, jiyan, azadî.”

Jin piştî ku polîs rê neda daxuyaniyê bidin, derbasî nav hola dadgehê bûn.

Bûyerên Kobanî

Bûyerên Kobaniyê ku di 6-8ê Cotmeha 2014an de pêk hatin, weke hinceta sereke ji bo girtina HDPê tê nîşandan.

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin, ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dan, 682 kes birîndar bûn û 323 kes jî hatin desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gihiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst