Ozgur Ozel çû girtîgehê: Dê Demîrtaş bibîne

21-10-2024
Nîşan Ozgur Ozel Demîrtaş Girtîgeh Metn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ji bo ku Demîrtaş bibîne çû Girtîgeha Edîrneyê.

Parêzerên Demîrtaş pirtûka wî ya dawiyê û “metnê bangawaziyê” da Ozgur Ozel.

Tê payîn ku Ozgur Ozel piştî hevdîtinê vî metnî ji raya giştî re bixwîne.

Ozel beriya niha serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû da ku here hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bibîne.

Wezaretê Dadê ya Tirkiyeyê jî bersiveke erênî dabû Ozel.

Ozel dê here Bakurê Kurdistanê

Li aliyê din, Ozel dê van rojan tevî şandeyekê here hinek bajarên Bakurê Kurdistanê.

Li gorî bernameya ku hatiye diyarkirin, Ozel dê 23yê Çiriya Pêşîn ji bajarê Amedê dest pê bike û piştre biçe Elih, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û Wanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst