Nîjadperestiya li hemberî penaberan: “Dibêjin tu Kurd î, tu Sûriyeyî yî here ji vir”

21-09-2023
Omer Sonmez
Nîjadperestiya li dijî penaberan roj bi roj zêde dibe
Nîjadperestiya li dijî penaberan roj bi roj zêde dibe
Nîşan Penaber Tirkiye Nijadperestî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê nîjadperestiya li dijî penaberên Sûriyeyî roj bi roj zêde dibe.

Li gorî lêkolînan, piraniya civaka Tirkiyeyê ji hebûna penaberên Sûriyeyî nerazî ye û hebûna wan li welatê xwe wek gefeke netewî û wek sedema krîza aborî û bihabûna zêde dibînin.

Penaberên Sûriyeyî jî di heyama dawî de li Tirkiyeyê xwe di nav ewlehiyê de nabînin, lewma jî dixwazin Tirkiyeyê biterikînin û biçin Ewropayê.

“Nîjadperestiya li hemberî penaberan gihiştiye asteke metirsîdar”

Berpirsên saziyên penaberan didin zanîn, di heyama dawî de li Tirkiyeyê êrişên nîjadperestî û nefreta li hemberî penaberên Sûriyeyî êdî gihiştiye asteke gelekî metirsîdar.

Herwiha gorî lêkolînên hatine kirin, piraniya civaka Tirkiyeyê ji hebûna penaberên Sûriyeyê nerazî ye û hebûna wan li welatê xwe wek gefeke netewî û wek sedema krîza aborî û bihabûna zêde dibînin.

Saziyên penaber û mafnas dibêjin, divê hikûmet yasaya nîjadperestiyê derxe û kesên nîjadperest siza bike.

Penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê xwe di nav ewlehiyê de nabînin

Selma (navê wê yê rastîn nîne) jineke penaber a Sûriyeyî ye. Ew ji Kurdên Şamê ye û beriya 7 salan bi 3 zarok û mêrê xwe re ji şerê navxweyî yê Sûriyê direvin û berê xwe didin navçeya Fatihê ya Stenbolê.

Selma ji ber sedemên ewlehiyê naxwaze rûyê xwe û nasnameya xwe ya rastîn eşkere bike.

Hevjînê Selmayê nexweş e û nikare bixebite, lewma ew her roj ji serê sibê heta danê êvarê li Sûka Maltayê ya li ber Mizgefta Fatihê li nav kolanan avê difroşe û pê debara malbata xwe dike.

Lê Selmaya penaber li kûçe û kolanan ji ber êrişên nîjadperestî û nefreta li hemberî penaberan xwe di nav ewlehiyê de nabîne û dixwaze bi malbata xwe re berê xwe bide Ewropayê.

“Dibêjin tu Kurd î, tu ji Sûriyeyê yî here ji vir”

Penabera Sûriyeyî Selmayê got, “Em ji herbê, ji mirinê reviyan. Ka em 5 kes çawa vegerin Sûriyê. Ka em li wê dere çi kar bikin, çawa debara xwe bikin?

Pir însan hene dibêjin tu Kurd î, tu ji Sûriyê yî here ji vir. Naxwazin ez li vir avê bifroşim, dibêjin tu nefiroşe em dê bifiroşin li vir. Hin ji wan rind in, şêrîn in lê piranî bi çavekî din li me dinêre. Ma em avê difiroşin, em parsekiyê nakin!.”

Mihemedê Helebî yê 25 salî ku beriya 10 salan bi tena serê xwe ji Sûriyê hatiye Stenbolê, li fabrîqeya loqiman bi mûçeya herî kêm yanê 11 hezar û 400 lireyên Tirkî dixebite û beşek jê dişîne bo malbata xwe ya li Sûriyê.

Mihemed dibêje, ew li kar û li derve pirî caran ji ber ku penaberê Sûriyeyî ye rastê miameleya xirab û cudakariyê tê.

“Penaberên Sûriyeyê dixwazin Tirkiyeyê biterikînin”

Penaberê Sûriyeî Mihemed got, “Ev 10 sal in ez li vir im lê dîsa jî min nasname wernegirtiye, ez bi sîgorta û fermî kar dikim, niha jî xwediyê kar ji min re dibêje tu dê bê sîgorta kar bikî, jiyan li ser me koçberan gelekî zehmet bûye.

Mixabin dema kesekî nebaş tê di serê hemû koçberan de derdikeve, ango kesên nebaş li hemû koçberên din xirab dikin, kesek li vir nema, yên ku dikarin derketin Ewropayê.”

Berpirsê Navenda Lêkolînên Sûriyê ya Berqê Beşir Yehya dide zanîn di heyama dawî de li Tirkiyeyê êrişên nîjadperestî û nefreta li hember penaberên Sûriyeyê êdî gihiştiye asteke gelekî metirsîdar.

“Rewşa koçberan niha li Tirkiyeyê gelekî dijwar e”

Berpirsê Navenda Berqê Beşir Yehya got: “Mixabin rewşa koçberan niha li Tirkiyeyê gelekî dijwar e, ez vê rewşê baş dizanim, ez ne ji derveyî vê rewşê me.

Ez dikarim bêjim ku tirs fektora sereke ye ku bandor li ser koçberan kiriye. Ji bilî ku yasa serwer be ti çareseriyeke din tune ye.

Kesên zêdegaviyê bikin bêyî ku nasnameya wî di ber çavan re were girtin, divê li gorî yasayê were cezakirin. Ti siyaseteke penaberiyê li vir li Tirkiyeyê ya zelal nîne.”

Li gorî Îdareya Koçberan a Tirkiyeyê, li wî welatî derdora 3 milyon û 300 hezar penaberên Sûriyeyî hene û ji sersalê vir ve nêzîkî 206 hezar penaber ji ber sedemên cuda Tirkiyeyê terikandine.

Civaka Tirkiyeyê Tirkiyeyê ji hebûna penaberên Sûriyeyî nerazî ye

Her wiha gorî lêkolînên hatine kirin, piraniya civaka Tirkiyeyê ji hebûna penaberên Sûriyeyî nerazî ye û hebûna wan li welatê xwe wek gefeke netewî û wek sedema krîza aborî û bihabûna zêde dibînin.

“Divê hikûmet yasaya nîjadperestiyê derxe”

Platforma Mafên Penaberan ku ji saziyên Tirkiye û Sûriye pêk tê radigihîne, piştî hilbijartinan li Tirkiyê her diçe pirsgirêka penaberan girantir dibe û dijatiya li hemberî wan jî zêdetir dibe.

Platform û mafnas dixwazin ku hikûmet yasaya têkoşîna bi cudakarî û nîjadperestiyê re derxe û kesên êrîşkar û nîjadperest ciza bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst