Erdogan ji bo petrola Gabarê sala 2024an nîşan da

21-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Petrol Çiyayê Gabarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan behsa bîrên petrola Çiyayê Gabarê li Bakurê Kurdistanê kir û got dê bandora wê ya erênî di sala 2024an de li ser aboriya Tirkiyê diyar bibe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê 21ê Temûza 2023yan piştî geşta çar rojî ya ji bo Erebîstana Siûdî, Qeter, Îmarat û Qibrisa Bakur di firokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan amaje bi girîngiya rezervên petrola Çiyayê Gabarê û bandora wê ya li ser aboriya Tirkiyê da û got, “Di sala 2024an de petrola Gabarê wê bandoreke erênî li aboriya welatê me bike û em dikarin bêjin ku ev yek dê dawiya salê çêbibe.”

Erdogan bal kişand ser encamên serdana xwe û diyar kir ku di vê geştê de rêkeftinên gelekî girîng îmze kirine û anî ziman, “Hevkariya me ya bi welatên Kendavê re dê bi projeyên pratîkî bihêztir bibe. Hêvîdar im di demeke kurt de ev yek bandoreke erênî li ser aboriya welatê me bike. Di vê serdanê de rêkeftinên herî mezin yên dîroka komara me, di warê berevaniyê û asmanvaniyê de hatin îmzekirin. Ev rêkeftin ligel rewşa madî di heman demê de nîşaneya baweriya welatên Kendavê bo aborî û pîşesaziya Tirkiyê ye.”

Erdogan li ser mijara endamtiya Swêdê bo NATOyê jî got dê ev yek li Parlamentoya Tirkiyê bê gotûbêjkirin û dê li gor gavên Swêdê biryara xwe bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst