Hewlêr (Rûdaw) - HDPê diyar kir ku li ser Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag “propagandaya qirêj” tê meşandin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê medya civakî yê fermî daxuyaniyek belav kir û te hat destnîşankirin ku li ser hevserokên wan ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag propagandaya qirêj tê kirin.
HDPê di parvekirina xwe de diyar kir ku "Propagandaya qirêj ji aliyê Tifaqa Cumhur ve tê kirin" û wiha dibêje:
“Tifaqa Cumhur a ku li ser hevalên me yên girtî propagandaya qirêj dike, hesbê van hemû sûcan bide. Tevî ku Demîrtaş, Yuksekdag û hemû hevalên me yên din bi awayekî neheqî di zindanan de tên girtin yek gavek paş de navêjin rast disekinin. Hemû tirsa van ji ber vê ye.”
Tutsak arkadaşlarımız üzerinden kirli propaganda yapan Cumhur İtifakı tüm suçlarının hesabını verecek. Demirtaş, Yüksekdağ ve diğer tüm arkadaşlarımız haksızca zindanda tutulmalarına rağmen bir adım geri atmadan dik duruyorlar. İşte bunların tüm korkusu bundandır!
— HDP (@HDPgenelmerkezi) May 21, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse