Ji ber operasyona Gare derbarê parlamentereke HDPê de lêpirsîn hat vekirin

21-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hevpeyvîneke televizyonî de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser nîqaşên derbarê operasyona Çiyayê Gare de navê wê Parlamentera HDPê eşkere kir ku qaşo serdana gerîllayên PKKê li Çiyayê Gare kiriye. Soylu got, Dilan Dirayet Taşdemir serdana Gare kiriye. Taşdemir jî bersiva Soylu da û got, dereweke mezin û bêbextî ye.

Di vê derbarê de Dozgeriya Giştî ya Kommarî ya Enqerê, li ser bingehê zanyariyên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, dosya vekir, tohmetname amade kir û lêpirsîn derbarê wê parlamentera HDPê de da destpêkirin.

Herwiha di çarçoveya yasaya cezayên Tirkiyê û yasaya rûbirûbûna terorê de bo standina baweriyê dosya tawanan bo Wezareta Dadê amade dike daku bighîne Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê.

Parlamentera HDPê ya Agirî Dilan Dirayet Taşdemir li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê da û got: “Wezîrê Navxwe yê vî welatî qaşo kesekî jê re gotiye axaftinek kir û navê min da. Em dê nîşan bidin ku ev dereweke mezin û bêbextî ye.”

Taşdemir bi vê daxuyaniyê jî red kir ku serdana Çiyayê Gare kiribe.

Roja Sêşemba borî 16ê Sibata 2021ê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê hûrgiliyên operasyona Çiyayê Gare de ku bi kuştina 13 dîlên Tirkiyê bidawî bû, li Parlamentoya Tirkiyê gotarek pêşkêş kir. Di gotara xwe de îddîa kir ku parlamentereke HDPê ya vê gera niha, demek berî operasyonê serdana Çiyayê Gare kiriye û ligel gerîllayan civiya ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst