Alî Yerlîkaya: Li Boluyê hejmara miriyan bû 76

21-01-2025
RÛDAW
Nîşan Bolu Alî Yerlîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di şewata li Boluyê de 76 kes mirine.

Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya li Çiyayê Korogluyê îro berdestî sibehê derdora saet 03:30î agir bi oteleke geştiyariyê ya zivistanê ket.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li cihê bûyerê amarên herî dawî belav kirin.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku di şewatê 76 kesan canê xwe ji dest daye.

Her wiha Yerlîkaya diyar kir ku nasnameya 52 kesan hatiye tesbîtkirin û termê 45 ji wan radestî malbatên wan hatine kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir ku ji bo tesbîtkirina termên mayî dê testa DNAyê bê kirin.

Li aliyê din, Yerlîkaya da zanîn ku li ser bûyerê 9 kes hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst