Erdogan li ser şewata li Boluyê daxuyanî da

21-01-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Şewata li Boluyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê agirê ku li otela Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya Boluyê derket ragihand ku wan lêpirsîn daye destpêkirin.

CHPyê jî ji ber bûyerê civîna xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê bi paş xist.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser agirê ku li otelekê li Navenda Kaşûnê ya Boluyê derket li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihandibû ku ji ber şewatê 66 kes mirine û 51 kes jî birîndar bûne.

Erdogan di peyama xwe de ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re şîfa xwest û got:

“Em ji destpêkê ve bi rêya saziyên xwe yên pêwendîdar ji nêz ve vê bûyera trajîk dişopînin.

Demildest derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.”

Di heman demê de Partiya Gel a Komarî (CHP) jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber bûyerê wan civîna xwe ya li parlamentoyê bi paş de xistiye ku dê îro saet 13:30an bihata lidarxistin.

CHPyê ragihand ku wan ji bo lêkolîna bûyerê komîsyonek ava kiriye û şandiye cihê bûyerê.

Ji bo lêkolîna bûyerê 4 mufetîş hatine erkdarkirin û her wiha ji bo lêkolîna bûyerê Wezîrê Navxwe, Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Çand û Geştûguzariyê yên Tirkiyeyê çûne cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de piştî 11 saetan agir hat vemirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst