Stenbol: Li balafirgehê dest bi ser nîv ton madeyên hişbir de hat girtin

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Balafirgeha Stenbolê dest bi ser 568 kîlogram madeyên hişbir de hat girtin.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku tîmên Parastina Gumrikê li Balafirgeha Stenbolê dest bi ser 568 kîlogram madeyên hişbir de girtiye.

Wezaretê dîmenên madeyên hişbir jî belav kirin û got:

“Ji bo parastina milet, ciwan û zarokên me ji madeyên hişbir, em hemû hewldaneke ku ji destê me tê dikin û li ser vê yekê berdewam dibin.

Em derfetê û mafê jiyanê nadin wan kesên ku hewl didin bazirganiya qedexe bikin ku bi vê jî gefê li siberoja me ya tendurist dixwin.”

Di salên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir her ku diçe zêdetir dibe.

Rojane çendîn baronên madeyên hişbir tên desteserkirin ku beşek ji wan biyanî ne û bi awayekî navdewletî bazirganiya madeyên hişbir dikin.

Bi gotina Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat sala borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li deriyên sînorî û balafirgehan dest bi ser derdora 12 ton madeyên hişbir de hatiye girtin ku bihayê wan jî dike 23 milyar û 74 milyon lîreyên Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst