AMED - Serokê 'Komeleya Şehîd û Xaziyan' ji ber esrarê hat girtin

01-11-2023
Nîşan Şahîn Aslan Madeyên Hişbir Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê "Komeleya Alîkarî û Hevkariyê ya Şehîd û Xaziyan a Amedê" Şahîn Aslan ji ber bazirganiya madeyên hişbir hat girtin.

Hefteya borî otomobîla Şahîn Aslan li ser rêya Amed-Rihayê li xala kontrolê ya Cendirmeyan a Qirxaliyê hat rawestandin.

Di encama lêgerîna di otomobîlê de 50 kîlo esrar hat girtin.

Şahîn Aslan dawiya hefteyê li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê îfadeya xwe da.

Hêzên ewlehiyê piştî karên îfadewergitinê Şahîn Aslan veguhast Dadgeha Amed. 

Dadgeha Amedê derbarê Şahîn Aslan de bi tohmeta “bazirganiya madetên hişbir” biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.

Herwiha dadgehê derbarê dosyeya Aslan de biryara nihênîbûnê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst