Mesrûr Barzanî: Rêyeke dijayetiya Herêma Kurdistanê madeyên hişbir e

15-10-2023
RÛDAW
Mesrûr Barzanî: Rêyeke dijayetiya Herêma Kurdistanê madeyên hişbir e
Mesrûr Barzanî: Rêyeke dijayetiya Herêma Kurdistanê madeyên hişbir e
Nîşan Mesrûr Barzanî Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye.

Îro li Hewlêrê Konferansa Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferansê de diyar kir ku bikaranîna madeyên hişbir di demên dawî de li Herêma Kurdistanê zêde bûye û got, “Ev ji bo civaka me alarmeke metirsîdar e.”

Mesrûr Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo jinavbirin û rûbirûbûna vê metirsiyê dixebite û got:

“Ji bo bicihkirina yasayên ku di sala 2020ê de li Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir û derûnî hatine derxistin, pêwîst e hevahengî bi aliyên pêwendîdar re bê kirin.”

“Madeyê hişbir pirsgirêkeke cîhanî ye”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman:

“Pirsgirêka madeyên hişbir û têkoşîna li dijî tiryakê pirsgirêkeke cîhanî ye û ji ber vê yekê gelek civak rastî zehmetiyan tên. Mixabin Îraq û Herêma Kurdistanê jî ji van gef û metirsiyan bêpar nînin.

Helbet tiryak ne tenê zererê dide tenduristiya bikarhêner, di her warê civakê de zererên civakî, aborî, ewlehî û darayî jî çêdike.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê di şerê li dijî madeyên hişbir de rêbazên curbicur deceribîne.

Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kir ku madeyên hişbir çekeke bi dizî û eşkere ji bo têkdana pergala civakê tê bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst