Li Qamişloyê 4 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê 4 kes bi tohmeta çandin û bazirganiya madeyên hişbir hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ragihand ku 31ê Çiriya Pêşîn hêzên asayişê du kes li bajarê Qamişlo girtin ku li mala xwe çandiniyê heşîşê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê 29ê Çiriya Pêşîn 2 bikarhênerên madeyên hişbirê û bazirganiya wê dikin jî hatine girtin.

Bi wan re 15,40 gram madeyên hişbir û 2,34 gram Crystal û alavên ji bo bikaranînê hatin dîtin.

22yê Çiriya Pêşîn jî firoşkarekî madeyên hişbir li Hesekê hatibû girtin.

Li gel wî 638 gram madeyên hişbir û 10 6 heb hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst