Sancar: Deshilat HDPê bo xwe asteng dibîne ji ber wê êriş dike

20-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar ragihand ku desthilatdariya Tirkiyê ji ber ku ji partiyan wan ditirse lewma “êrişî wan” dike.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan Mithat Sancar îro di civîna partiya xwe ya li Parlemantoya Tirkiyê de axivî û bal kişand ser êrişa polîsan ya li dijî Serokê Rêkxistina HDPê a Stenbolê Ferhat Encu û dorpêçkirina Hevserokên HDPê li ber avahiya partiya wan ya li Kadikoyê.

Mithat Sancar di gotara xwe ya li Parlemantoyê Tirkiyê de amaje bi wê yekê kir ku welat bi siyaseta dorpêçkirinê tê birêvebirin û got ku deshilat ji HDPê ditirse û wê li pêşiya xwe weke astengekê dibîne, ji bo wê jî bi vî awayî êrişê dike.

Sancar got: “Roja Şemiyê tişta ku li Stenbolê hatî jiyankirina em hemû dizanin. Bi zileyê êrişî Hevserokê Rêxistina me ya Stenbolê û Parlemantarê berê yê HDPê Ferhat Encu kirin. Êrişî çalakiya malbatên girtiyan û dayîkan kirin, êrişî ciwanên bo piştgiriyê li wir bûn kirin. Em armanca van êrişê dizanin. Ev deshilat bi siyaseta şer ,tundûtîjiyê, tirsê û kînê dixwaze li ser lingan bimîne. Êrişkirina hêza demokrasiyê wek rêya li ser lingan mayînê dibîne. Ji ber HDP astenga herî mezine li pêşiya wan, ji ber wê ji HDPê ditirsin. Dizanin ya ku bi vê deshilatê bide windakirin HDP ye. Her ku diçe bi şêwazên nû êrişên xwe berdewam dike.”

Hevserokê HDPê da zanîn ku ew ji bo wê êrişê şermezar bikin biryar dan li ber navenda rêkxistina wan a li navçeya Kadikoya kom bibin û got: “Lê dema me xwest em biçin wir me dît hemû rê hatine girtin û bi hezaran polîs li ser rê hatine danîn. Her cih hatibû dorpêçkirin. Ev dorpêçkirin sembola vê sîstemê ye; Dorpêçkirina civakê, dorpêçkirina siyasetê, dorpêçkirina dadweriyê û dorpêçkirina rastiyan. Wisa dizane dê bi van dorpêçan li ser lingan bimîne, lê xwe dixapîne. Ez û parlementerên me li ber deriyê avahiya HDPê hatibûn dorpêçkirin û hevseroka me Pervîn Buldan dihindirê avahiyê de hatibû dorpêçkirin. Min ne dikarî biçin avahiya partiya xwe û wê nedikarî ji avahiya partiya xwe derkeve. Min duh jî got, yek pênaseya vê dorpêçê heye, ev tabloya tirsê ye.”

Duh li navçeya Kadokoy ya Stenbolê hejmarek endam, berpirs, parlamenter û hevserokên HDPê xwestin biçin nava baregeha HDPê ya li Kadîkoyê, lê polîsan rê li ber wan girt û ew dorpêçkirin.

Ev jî piştî wê yekê hat ku roja yekşemê polîsan şeqamek li Hevserokê Rêxistina HDPê ya Stenbulê Ferhat Encû dabûn û piştre ji bo şermezarkirina wê kiryarê çalakî hatibûn rêkxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst