Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Seferîhîsarê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê di êrişke çekdarî de 2 jê giran 3 polîs birîndar bûn.
Bûyer demjimêr derdora 20:00an li navçeya Seferîhîsarê ya Îzmîrê çêbû.
Li gorî zanyariyan dema hejmarek polîs ji bo îxbara bûyereke êrişa çekdarî çûn cihê ku hatibû gotin ji aliyê kes an jî kesan ve rastî êrişa çekdarî hatin.
Di êrişê de efserê bi navê Furkan Hakan Aşkin û polîsên bi navê Îbrahîm Gumuştekîn û Mehmet Tozun birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman her sê polîsên birîndar birin nexweşxaneyê.
Li gor agahiyan rewşa 2yan ji wan giran e.
Parêzgariya Îzmîrê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li ser bûyerê lêkolîneke berfireh hatiye destpêkirin û kesekî bi navê M.S.Ç. wekî gumanbarê êrişê hatiye desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse