Erdogan: Ne erk û berpirsiya Tirkiyê ye bibe embara koçberan

20-08-2021
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Koçber Tirkiye Efxanistan Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Erdogan di wê daxuyaniya xwe de li ser geşedanên dawî yên li Tirkiyê û rojeva cîhanê axivî.  Yek ji mijarên serekî ku Erdogan li ser axiviye mijara koçberan bû û li ser vê yekê got “Ne erk û berpirsiya Tirkiyê ye ku bibe embara koçberan ya Ewropayê.”

Kabîneya Serokkomariya Tirkiyê di19ê Tebaxa 2021an de bi serokayetiya Recep Tayyip Erdogan civiya. Erdogan piştî wê civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û da xuyakirin ku wan piştî mehekê di wê Civîna Kabîneyê de li ser mijarên aborî, perwerdehî, geşedanên derveyî welat û gelek mijarên di rojeva Tirkiyê de gotûbêj kirine.

Erdogan  diyar kir ku li Tirkiyê derdora 5 milyon koçberan   hene û got “Ji wan 3.6 milyon kes awareyên Surî ne, milyonek û 100 hezar kes biyaniyên ku rûniştina wan heye û 314 hezar mêvan in.”

Herwiha Erdogan li ser koçberan amaje bi wê jî kir ku Tirkiye ne yek ji wan welaten e ku herkes bikare  bi hêsanî destê xwe bihejîne û bikeve nav de û got “Dewleta me di serî de ji ewlehî û aramiya 84 milyon welatiyên xwe berpirs e.”

Erdogan di beşeke din ya axaftina xwe de got ku Ewropa ji bo aramî û ewlehiya welatiyên xwe,  bi girtina sînoran nikare li deveyî pirsgirêka penabaran bimîne û dibêje “Ne erk û berpirsiya Tirkiyê ye ku bibe embara koçberan ya Ewropayê. Piştî ku me sînorên xwe kontrol kirin û koçberên neyasayî vedigerandin welatên wan, ew mirov bi rêyên din biçin ku derê, ew baştir dizanin.”

Erdogan da xuyakirin ku li Tirkiyê derdora 300 hezar koçberên Efxanî hene û got ”Weku opozîsyon dibêje 1.5 milyon Efxanî li welatê me nîn in. Ev yek derew in”  

Serokkomarê Tirkiyê herwiha li ser penaberên Surî jî tekez kir ku ji wan yên ku fêrî zimanê Tirkî bûne û xwe di warê pîşeyê de pêşve birine dê bikarin li welatê wan biminînin, lê got jî “yên ku nekarîne vê yekê pêkbînin dê li gor arambûna rewşa welatên wan ji bo malên wan bên vegerandin.”  

Erdogan li ser mijara Efxanistanê jî eşkere kir ku ew li ser vê yekê ligel hinek aliyan gotûbêjan dikin û got “Armanca me di serî de aramî û ewlehiya wî welatî ye, ji bo vê yekê jî eger pêwîst bike em dikarin ligel hikûmeta ku ji aliyê Talibanê ve hatiye damezrandin jî hevdîtinan bikin.”

Erdogan herwiha da xuyakirin ku ji 5 hezar welatiyên Tirkiyê yên li Efxanistan 500 ji wan bo Tirkiyê  hatine vegarandin û got “Em dê 300 welatiyên me yên di dorê de jî, di demek nêz de veguhêzin welatê xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst