Li Edîrneyê 99 koçber hatin desteserkirin

20-07-2023
Nîşan Edîrne Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Edirne ya Tirkiyê 99 koçberên ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, tîmên Navenda Polîsan a ser bi Rêveberiya Ewlekariya Edîrneyê li dijî koçberên ku dixwazin di wê rêyê re derbasî Ewropayê bibin operasyonek dane destpêkirin.

Di çarçoveya oparasyona tîmên Navenda Polîsan a ser bi Rêveberiya Ewlekariya Edîrneyê de li nava bajêr 20 koçber ji aliyê polîsan ve hatine girtin û radestî Rêveberiya Koçê ya Edîrneyê hatine kirine.

Her wiha li navçeyên derdora bajêr jî 79 koçber ji aliyê cendirmeyan ve hatine girtin. Koçberên ku hatine girtin xelkê Sûriye, Efxanistan, Iraq, Erître, Bangladeş û Fasî ne û piştî rêkarên destpêkê radestî Rêveberiya Koçê ya Edîrneyê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst