Li Edîrne û Tekîrdagê di 2 rojan de bi giştî 542 koçber hatin desteserkirin

16-09-2023
RÛDAW
Nîşan Edîrne Tekîrdag Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Tekîrdag û Edirneyê yên Tirkiyeyê di du rojên borî de bi giştî 542 koçber hatin desteserkirin.

Li navenda Edirneyê û navçeyên wê pişkinîn û operasyonên hêzên Fermandariya Cendirmeyan a û Rêveberiya Ewlehiyê ya li dijî koçberan berdewam in.

Hate ragihandin piştî ku agahî hatine wergirtin, hêzên ewlehiyê otomobîlek rawestandin û di nav de 9 koçberên Sûriyeyî desteser kirin.

Tê gotin ku di du rojên dawî de bi tohmeta “Qaçaxçîtiya Mirovan” her yek 4 hezar û 500 lîre pere li şofêrên taksiyan hatiye birîn lê nehatiye diyarkirin ka çend şofêr bûne.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, di du rojên dawî de li Edîrne û navçeyên wê ji xeynî wan 9 koçberên Sûriyeyî, 445 koçberên din ên Pakistanî, Iraqî, Sûriyeyî, Afxanî û Îranî hatine desteserkirin.

Koçber piştî îfadeyê radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edîrneyê hatine kirin.

Li Tekîrdagê jî 88 koçber hatin desteserkirin

Li bajarokê Şarkoyê yê parêzgeha Tekîrdagê ya Tirkiyeyê jî 88 koçber di nav belemekê de ji aliyê hêzên cenirmeyan ve hatin desteserkirin.

Fermandariya Cendirmeyan a Tekîrdagê di daxuyaniyekê de diyar kir ku piştî zanyarî wergirtine ku belemeke mezin koçberan ji Bendera Murefteyê ya navçeya Şarkoyê vediguhêze Ewropayê, hêzên wan yekser dest bi operasyonê kirine.

Di operasyonê de 88 koçberên Efxanî, Sûriyeyî, Îranî û Îraqî hatin desteserkirin ku di nav belemê de bûn.

Li gor fermandariyê, hêzên cendirme dest danîne ser belemek, bargilgirek û otomobîleke ku ji bo veguhestina koçberan hatine bikaranîn.

Hêzên cendirmeyan di operasyonê de 3 gumanbar jî bi tohmeta qaçaxçîtiyê desteser kirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, koçberên desteserkirî, piştî wergirtina îfadeyan radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Tekîrdagê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst