Li Edirneyê 308 koçber hatin desteserkirin

03-12-2023
RÛDAW
Nîşan Edîrne Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyeyê, di hefteyeke de 308 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Herwiha hêzên ewlehiyê yên Edirneyê jî li navenda bajêr û navçeyan kontrol û operasyonên li dijî koçberan zêde kirine.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Edirneyê, di hefteya dawî de li navenda bajêr û navçeyan 308 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê piştî karên yasayî 308 koçberan radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê kir.

Li aliyê din di operasyonan de bi tohmeta “qaçaxçîtiya koçberan” 6 welatiyên Tirkiyeyê hatin desteserkirin.

Herwiha hêzên ewlehiyê bi tohmeta ku ji bo qaçaxçîtiya koçberan dihatin bikaranîn dest danîn ser 5 otomobîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst