Li 37 bajaran operasyona TikTokê: 1.20 milyar TL şelandine

20-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Tirkiye TikTok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlakariyê yên Tirkiyê di operasyonekê bi tometa ku di platforma medyaya civakî TîkTokê de bi nirxê 1.2 milyar lîreyê şelandine, 120 kes desteser kirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, Tîmên Şaxa Rûbirûbûna ya Tawanên Sîber ên girêdayî Rêveberiya Ewlekariyê ya Stenbolê li ser agahiya ku hin kesan zanyariyên kartên krêdiyê yên welatiyan bidestxistine û bi wan zanyariyan li ser platforma medyaya civakî ya TîkTokê pereyên sanal ku wek jeton tên zanîn kirîne û bo hinek kesên din şandine, lêkolîn dan destpêkirin.

Li gor zanyariyan, wan kesan bêyî razîbûna xwediyên kartên krediyê ew jeton kirîne û bo hinek bikarhêner û fenomenên TîkTokê şandine ku li ser wê platforma civakî weşanên zindî dikin û bi vê jî daheteke bêheq bidestxistine. Li gor agahiyan, tîman lêkolîn li ser zêdeyî 4 hezar hesabên bankî kirine û derketiye ku wan wan kesan 1.2 milyar lîreyên Tirkî şandine wan hesaban û bi vê jî TîkTok şelandine.

Tîman di çarçoveya van lêkolînan de îro ji bo destserkirina 215 gumanbaran li 37 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê operasyoneke hemwext pêk anîn.

Di operasyonê de 120 gumanbar hatin destgîrkirin ku beşek ji fenomenên navdar ên TîkTokê jî di nav wan de ne. Hêzên ewlakariyê di heman operasyonê de dest danîn ser 32 yekeyên niştecihbûnê, 9 zevî, 6 kargeh, yek vîlla, 38 otomobîl, 14 kompanya, hezar û 700 hesabên bankî û krîptoyan, 82 hezar lîre, 17 hezar û 300 dolar, 6 hezar û 650 euro, 2 çekên bê mohlet û 93 gulleyan.

Hat ragihandin operasyon berdewam e û ji bo destgîrkirina gumanbarên din xebat berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst