Karsazê Kurd Zeki Oguz gihîştiye malbata xwe

20-04-2023
RÛDAW
Nîşan Zekî Oguz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskin ragihand ku karsazê Kurd Zeki Oguz ê ku 18 roj in wenda bibû derketiye holê û gihîştiye malbata xwe ya li Almanyayê.

Seroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskin îro Pêncşemê 20ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand ku karsazê Kurd Zeki Oguz li parêzgeha Bolu ya Tirkiyê hatiye berdan.

Keskin di peyama xwe de dibêje, “18 rojan li navendeke veşartî de hat lêpirsîn. Sal bûye 2023 û desteserkirinên bê tomar hê jî berdewam in. Karsazê Kurd Zeki Oguz hat berdan. Li Stenbolê hat girtin û li Boluyê hat berdan. Rêbazên salên 90î li ser kar in. Me serê sibê zanî ku Oguz hatiye berdan lê ji bo ewlekariya wî me eşkere nekir.”

Parêzerê Karsazê Kurd Zeki Oguz, Mesut Can Tarim jî berdana Oguz piştrast kiriye û li gor hatiye gotin rewşa tendirûstiya Oguz baş e û dê roja Înê 21ê Nîsanê daxuyaniyek bê dayîn.

Karsazê Kurd Zeki Oguz piştî ji Almanyayê hatibû Stenbolê, 18ê Adarê li Kemerburgazê 9 kesan ew bi zorê xistibûn nav otomobîlekê  û dîmenên wê demê ji aliyê kamera ve hatibû tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst