Li Stenbolê xebatên ji bo dersa bijarte ya Kurdî dest pê kirin

20-01-2023
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dersa Kurdî Hilbijêre Dersa Kurdî Dersa Bijarte HEZKURD Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartina dersên bijarte berdewam dikin. Di çarçoveya Ziman û Zaravayên Zindî (polên 5, 6, 7 û 8) de zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî di nav dersên hilbijartî de ne. Malbat û zarok dikarin heta 10ê Sibatê serî li dersên Kurdî bidin. Li Stenbolê li gorî amarên nefermî derdora 5 milyon Kurd dijîn, lê ji bo salên borî hejmara xwendekarên Kurd ku Kurdî hilbijartine nayê zanîn.  Kurdên Bakurê Kurdistanê ji salên dûvdirêj e ku koçî Stenbolê kirine. Li gel beşek ji wan hatine bişaftin jî hejmarek zêde Kurd hêj xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin.

Stenbol li ser rûyê cîhanê bajarê herî mezin ku Kurd lê dijîn tê dîtin û li gorî amarên nefermî derdora 5 milyon Kurd lê niştecih in. Lê li Stenbol û derdora wê li gel nifûsa zêde ya Kurdan jî xebat û kampanyaya bo dersa bijarte ya Kurdî gelek lawaz in.

Hejmarek rêveber û endamên Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD), li taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê li ber dibistanekê ji bo malbat û zarokên Kurd belavokan belav dike û wan teşwîqê xwendina bi Kurdî dike.

Endamê Komeleya HEZKURDê Yaşar got "Em ji bo dersa bijarte belavokan belav dikin. Zarok jî gelek eleqe nîşan didin."

Endama Komeleya HEZKURDê Dewlet Çevik dibêje "Erê mafê dersa bijarte ya Kurdî heye, lê li gelek dibistanan di forman de dersa Kurdî nîne. Ji loma jî zarok nikarin Kurdî hilbijêrin, lewra nenivîsîne."

Li aliyê din wek her sal îsal jî li Stenbolê midûriyetên hin dibistanan di formên dersên bijarte de cih nadin dersa Kurdî. Bi taybetî jî li dibistanên ku xwendekarên Kurd lê zêde ne.

Serokê Komeleya HEZKURDê Suphi Ozgen ragihand "Em dibînin ku li piraniya dibistanan di forman de dersa Kurdî tune ye. Lê em dibêjin, em ê dibistanên ku formên xwe neguherînin û Kurdî nexin nav giliyê Midûriyetên perwerdeya bajêr û Wezareta Perwerdeyê bikin. Ger encam dernekeve em ê li dozgeriyê doz vekin."

Kurdên Stenbolê tevî hemû qedexe û astengiyan jî hewl didin li hember bişaftinê xwedî li zimanê xwe derkevin. Piraniya malbatên Kurd dersa bijarte ya Kurdî wek derfeteke dibînin û dixwazin zarokên wan zimanê xwe jibîr nekin.

Dayika xwendekarên Kurd Cahide anî ziman "Em naxwazin ku zarokên me zimanê xwe winda bikin."

Xwendekara Kurd Bêrîtan diyar kir "Navê min Bêrîtan e û ez diçim pola 7an. Ez dixwazim Kurdî hîn bibim."

Li gel ku li Tirkiyê dersa bijarte ya Kurdî mafekî yasayî ye jî, midûriyetên hin dibistanan di formên dersên bijarte de cih nadin dersa Kurdî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst