Pêvajoya dersa Kurdî bi dawî dibe: Lê hîn jî li gelek dibistanan dest pê nekiriye

08-02-2024
Abdulselam Akinci
Pêvajoya dersa Kurdî bi dawî dibe
Pêvajoya dersa Kurdî bi dawî dibe
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Sendîka û saziyên ziman dixwazin dema serlêdana dersên bijarde bê dirêjkirin.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ji bo serlêdana dersên bijarte du hefte dem diyar kir.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê de dest pê kir.

Ev pêvajo dê heta heta 12ê Sibatê berdewam bike.

Lê saziyên pêwendîdar dixwazin dema wê heta dawiya vê mehê bê dirêjkirin.

Li gelek dibistanan nehatîye destpêkirin

Serokê Şaxa Duyemîn a Sendîkaya Egitim-Senê ya Amedê Serhat Kiliç ji Rûdawê re got:

“Îro em dinêrin hîn li gelek dibistanan ev pêvajo nehatiye destpêkirin. Hîn jî form nedane xwendekaran û bi îmzeyên malbatan ev form negirtine. Loma em dixwazin ev pêvajo dirêj bibe.

Demeke wîsa bidin ku bi awayekî têr û tije bikarin vê pêvajoyê bi zelalî temam bikin.”

“Bila heta dawiya sibatê dem bê dirêjkirin”

Serokê Şaxa Sendîkaya Egitim Bir-Senê ya Amedê Remezan Tekdemîr jî got:

“Em vê dema diyarikîrî gelekî kêm û kin dibînin. Bi vê helkeftê em jî wekî şaxa Amedê ya Egitim Bir-Senê dixwazin ku ev sînorê dema dersên bijarte were rakirin û bi wî awayî em dixwazin heta dawiya sibatê dem were dirêjkirin.”

Tevî ku mafek fermî ye jî di pêvajoya serlêdanên dersen bijarte de ji ber pirsgirêkan malbat û xwendekar bi hêsanî nikarin serlêdanê bikin û kêmbûna deme jî dibe rêgirîya herî mezin e li ber çareserkirina wan pirsirêkan.

Mamosteya zimanê Kurdî Yasemîn Asirogluya ku li benda tayînkirinê ye ji Rûdawê diyar kir ku daxwaza wê ya yekem ev e ku pêvajoya dersa bijartê bê dirêjkirin.

“Bila bi kêmanî 400 mamoste bên tayînkirin”

Yasemîn Asirogluyê got:

“Niha du hefte gelekî kêm in. Daxwaza min a duyemîn jî ew e ku tayînkirina mamosteyan divê were zede kirin û kontenjan ji bo vê vebin.

Divê qet nebe 300-400 mamoste werin tayînkirin. Ji ber mamoste jî hene xwendeklar jî hene. Em terê dikin. Bi rastî em li bendê ne.”

Xwebexşê Yekîtiya Dildarên Kurdî Hişyar Ozsubaşi jî got, “Divê herî kêm mehek be ku milet bi rehetî biryara xwe û daxwaznameyên xwe bidin.”

Xwendekarên Kurd li dibistanên navîn ji bo polên  5-6-7 û 8an hem bi awayî online hem jî rasterast bi serlêdana li dibistanên xwe dikarin dersên Kurdî hilbijêrin.

Li gorî amarên fermî, demsal 2023yan jî nêzîkî 25 hezar xwendekaran dersên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî hilibijartine û îsal ew wan waneyan dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst