Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê welatî ji bihabûna sotemeniyê bi gazin in

19-10-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Bihabûna Sotemeniyê Tirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bilidbûna bihayê sotemeniyê berdewam e û di 10 rojan de çar caran zêde bûye. Li gorî amarên fermî yên saziya karûbarên enerjî û sotemeniyê di nava deh mehên îsal de bihayê mazotê ji sedî 90, bihayê benzînê jî ji sedî 54 bilind bûye. Bilindbûna bihayê sotemeniyê bandoreke xirab li xwediyên seyareyan dike.

Şofêr Saîm Demîr dibêje “Ji sedî 50î zêdetir giran bûye, niha min sotemenî kirî hezar 455 lîre min pere da. Salek berê depoya seyareya min bi 250 heta 300 lireyan tijî dibû. Wate em dikarin bêjin bihayê sotemeniyê 3 heta 4 qat zêdetir bûye.”

Mamosteyê xanenişîn Hasan Dereci got “Pêwîste êdî xelkê me were ser hişên xwe. Pêwîste em bizanin ka demokrasî û azadî çiqas girign in. Ez weke kesekî oldar dibêjin beriya her tiştî pêwîste pîvanên demokrasiyê bêne baş kirin. Rayedarên me xelkê me pêwîste îsrafê nekin, pêwîste edalet hebe û xercên zêde bêne kêm kirin.”

Xwendekarê zanîngehê Samet Yildirim diyar kir “Li gorî berê bihayê sotemenîyê gellek zêde bûye, berê me 2-3 lîreyan benzîn dikirî niha hun dibînin min depoya xwe bi 2 hezar lîreyan tijî kir. Rewş xirab e.”

Hikumeta Tirkiyê di nava salê de herî zêde meha deh ya îsal bihayê sotemeniyê zêde kiriye, li gorî vê yekê 5ê meha deh bihayê mazotê 1 lîre 10 quriş, bihayê benzînê 62 quriş, roja 6 mehê bihayê mazotê 1 lîre 39 quriş, bihayê benzînê 74 quriş roja 7ê mehê bihayê mazotê 1 lîre 53 quriş hatine zêdekirin.

Hikumetê roja 13ê mehê bihayê mazotê 2 lîre 13 quriş kêm kir lê roja 15ê mehê careke din bihayê mazot 1 lîre 01 quriş zêde kir.

Xwediyê taksiya bazirganî Deniz Yucer anî ziman “Êdî tiştekî ku em bikin nameye, em hema dibêjin bila roja me derkeve, em berxwe didin, çi rêyên me nemane em ê heta dawiyê berxwe bidin û dema hêza nema em ê kilîlên seyarên xwe danên û herin mala xwe.”

Piştî zêdekirina bihayê sotemeniyê li tirkiyê û bakurê kurdistanê bihayê yek lître mazot derdora 27 lîre 48 qurişan yek lître benzînê jî derdora 20 lîre 79 qurişan tê firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst