Li Amûdê keçeke 13 salî 15 roj in winda ye

12-08-2024
RÛDAW
Maya Mihemed Şerîf Îsa /Wêne: Rûdaw
Maya Mihemed Şerîf Îsa /Wêne: Rûdaw
Nîşan Amûdê Maya Mihemed Şerîf Îsa Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê keçeke Kurd a 13 salî 15 roj in winda ye.

Keça Kurd a bi navê Maya Mihemed Şerîf 15 roj berê ji bo ku here kar ji malê derketiye lê careke din venegeriyaye malê.

Îbrahîm Mihemed Şerîf Îsa bavê Mayayê ji Rûdawê re ragihand ku heta niha derbarê keça wî de ti zanyarî nehatina bidestxistin.

Îbrahîm Mihemed Şerîf Îsa ji bo dîtina keça xwe wiha bang kir:

"Keça min ji 15 rojan ve winda ye. Temenê wê 13 sal e.

Kesê ku wê bibîne Xwedê jê razî be û zarokên wî bihêle.

Navê Maya Mihemed Şerîf Îsa ye. Temenê wê 13 sal e, negihayî ye.

Kesê ku wê bibîne Xwedê temenê wî dirêj bike û jê razî be û zarokên wî jê re bihêle.

Her kesê ku karibe alîkariyê bike û me agahdar bike ku ev zarok li kû derê ye û cihê wî ji mer re eşkere bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst