150 bizinên wî dizîn, ji her kesî xeyidî: 17 sal in tenê dijî

19-03-2024
Nîşan Antalya Bizin Dizî Mahmet Çabuk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê 17 sal berê 150 bizinên Mehmet Çabuk hatin dizîn.

Mehmet Çabukê 80 salî piştî wê bûyerê ji her kesî xeyidî, baweriya wî bi kesî nema û ji wê demê ve tenê dijî.

Wî ji xwe re ji depan kolikek ava kiriye û serê bi naylonan girtiye.

Niha derdora 100 bizinên wî hene, qet ji bizinên xwe venaqete û tenê ji bo ku tiştan bikire diçe bajêr.

Mehmet Çabuk bi şevan zû radikeve û serê sibehê zû şiyar dibe.

Xwe bi avên çem û rûbaran dişo û her tiştê xwezayî dixwe.

Ew qet dermanan bi kar nayîne û rojê du danan dixwe.

Dema 150 bizinên wî hatine dizîn ji xeman nexweş ketiye lê niha tenduristiya wî gelekî baş e.

Mehmet Çabuk ji DHAyê re wiha behsa dizîna bizinên xwe kir:

“Diz bi şevê tên, pêşî dora bizinan dipêçin û wan bar dikin û dibin.

Berê yek nexweşiya min jî nebû lê piştî wê ez nexweş ketim.”

Piştî wê demê baweriya Mehmet Çabukê 80 salî bi kesî nemaye.

Ew qet nezewiciye û naxwaze kesek li cemê hebe.

Çabuk got ku bi şevan keriyên gur û berazan tên derdora kolika wî lê ew natirse.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst