ISIG: Li Tirkiyê di 10 salan de herî kêm 828 koçberên karker canê xwe ji dest dane

18-12-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Koçberên Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Ewlekarî û Tendirûstiya Karkeran (ISIG) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav deh salên dawî de herî kêm 828 koçberên karker canê xwe ji dest dane. Encûmena Ewlekarî û Tendirûstiya Karkeran (ISIG) 18ê Kanûna 2022an rapora xwe ya “Cinayetên Kar a Koçberan” a 10 salan (2013-2022) eşkere kir.

Li gor raporê tenê di nav 10 salên dawî de herî kêm 828 koçberên karker li ser kar canê xwe ji dest dane ku 73 ji wan zarok in û 72 jî koçberên jin in. Herwiha %51ê wan ji Sûriyê û %18 jî koçberên Afxanistanê ne. Di raporê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku ev hejmar tenê yên fermî ne lê tê texmînkirin hejmar ji wê zêdetir be.

Li gor amaran di 10 salên dawî de %21ê koçberên karker ji ber bûyerên trafîkê, %16 ji ber ketinê û %13 jî ji ber bi jehrî ketinê û xeniqînê canê xwe ji dest dane.

Li gor raporê, ji ber koçber hemû bi fermî nehatine tomarkirin, cih û sektorên ku li wan canê xwe ji dest dane, nehatiye zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst