Buldan: 'Yasaya Sansurê' ji bo ku gendelî û hejarî neyê axaftin hatiye derxistin

18-10-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Pervîn Buldan Yasaya Sansurê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand ku desthilata Tirkiyê “Yasaya Sansurê” ji bo ku gendelî û hejariya gel neyê axaftin derxistiye û got: “Ev yasa ji bo  parastin û jiyankirina AKP û MHPê ye.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan Îro 18ê Cotmeha 2022an di civîna heftiyane ya partiya xwe ya li parlamentoya Tirkiyê de derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Buldan di destpêka axaftina xwe de sersaxî li  malbat û kesûkarên qurbaniyên  teqîna li kana komir a  navçeya Amasra ya Bartinê kir û got: “Me li Amasra 41 can ji dest dan. Êşa me giran e. Lê ev ne qezayek e, ev kuştineke çavarêkirî ye.”

Pervîn Buldan ragihand, zîhniyeta rêveberiya desthilata AKP û MHPê Tirkiye kiriye goristana karkeran û dibêje “Tenê di salekê de hezar û 359 karkeran canê xwe.”

Derbarê pêşniyara projeyasaya butçeya 2023ê ku duh hatibû ragihandin de jî hevseroka HDPê got: “Beşa butçeya ku di bin navê parastinê de bo polîtîkayên şer hatiye veqetandin 468,7 milyar lîre ye. Ev dû qat bi qasî butçeya 2022ê ye.”

Pervîn Buldan amaje bi yasaya “Rûbirûbûna Zanyariyên Ne Rast” ku opozîsyon “weke yasaya sansurê” bi nav dike jî da û got: “Niha ji bo ku gendelî û hejariya gel neyê axaftin yasaya sansurê derxistin. Ev yasa ji bo jiyankirin û parastina AKP û MHPê ye.”

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan wiha axivî “Gelên Tirkiyê biryara xwe dane ku desthilata AKP û MHPê bişînin. Bila herkes vê wiha bizene. Lê niha ji bo ku gendelî û hejariya ku gel dijî neyê axaftin, yasayeke sansurê derxistin û heftiya borî li parlamentoyê dengdan li ser hat kirin. Yasaya Sansurê ji bo parastin û jiyankirina AKP û MHPê ye. Tekez ne yasaya dezenformasyonê ye. Take çavkanî û navenda dezenformasyona Tirkiyê, desthilata AKP û MHPê ye. Wate koşk e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst