Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya kirîn û firotina xaniyan daketiye

18-07-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Kirîn û Firotina Xaniyan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) di meha 6 ya îsal de li gorî meha 6 ya sala borî rêjeya kirîn û firotina xanûberan 44.4 ji sedî daketiye û ev jî rêjeya kêmbûna herî zêde ya du salên borî ye. Li gorî heman amaran di meha 6 ya îsal de tenê 83 hezar û 636 xanîber hatine firotin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya kirîn û firotina xanûberan di asta xwe ya herî kêm ya du salên borî de ye.

Li gorî amarên fermî yên hikumetê rêjeya firotina xaniyan meha 6 ya îsal li gorî meha 6 ya sala borî wate di nava 12 mehan de derdora 44.4 ji sedî daketiye, lê li aliyên bihayê xanîberan her ku diçe zêde dibe, pareyê ku 2 sal beriya niha 3 xanî pê dihatin kirin niha xanîyek bi zorê pê tê kirin.

Emlakfiroş Yildirim Bayezidlioglu got “Em dê di rewşeke weha de xanî bifiroşin kî? xaniyê herî erzan 5 milyona ye bihayê xaniyan heta 15 milyonan jî diçe ka dikare xanî bikire.”

Li beramber kêmbûna rêjeya kirîn û firotinê li gorî amarên banka navendî di nava sala 2023ê de bihayê xanîberan 121.3 ji sedî zêde bûye û ji bo gellek kesan jî kirîna xaniyekî êdî tenê xeyal e.

Xanenişîn Ahmet Oktay dibêje “Xaniyê ez niha tê de dijîm 2 sal beriya niha 320 hezar lîreyan bû niha heman cih heman xanî ciqas e dizanî? bûye 6 milyon.”

Mihemed Kurdekî ji Amedê ye û karê komkirina kartonan dike rojane dahata wî derdora 500 lîre ye û li gorî hisaba wî eger niha vê de bihayê xaniyan qet zêde nebe û ew jî qet xercekî neke nêzîkî 20 sal in dikare bi dahata xwe xaniyekî bikire.

Karker Mihemed Baglar diyar kir “Bi texmîna te ez ê cend sala bikarim xaniyekî bikirim, 10 sal 15 sal yan 20 sal; ez rojê 200 – 300 lîre qazanc dikim roja herî baş ez 500 lîre qezenc dikim mehê dika 15 hezar dê ka hisab bike ka ez ê çend sala bibim xwedî xanî. Xanî kirin hema li aliyêkê li cem me kirê bûne 5-6 heta 7 hezar.”

Di meha 6 ya îsal de firotina xanîberan ji bo xelkê biyanî jî 69.6 kêmbûye û tenê 2.625 xanî ji aliyê biyaniyan ve hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst