Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Alamanyayê li ser desteserkirina Ekrem Îmamoglu got, “Ji bo Hikûmeta Almanyayê rêzgirtina li prensîbên destûrî û demokratîk, yek ji mercên sereke ye.”
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu tevî 105 kesên din di çarçoveya 2 lêpirsînên cuda de bi hinceta “gendelî û alîkariya rêxistina terorê” bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat desteserkirin.
Desteserkirina Îmamoglu li navxwe û derveyî Tirkiyeyê karvedan û nerazîbûn li pey xwe anîn.
Li gorî nûçeyeke Deutsche Welleyê (DW) Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Sebastian Fischer di daxuyaniyekê de karvedan nîşanî desteserkirina Îmamoglu da û wekî bipaşveçûneke giran a demokrasiya Tirkiyeyê bi nav kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Sebastian Fischer got:
“Ji bo Hikûmeta Almanyayê rêzgirtina li prensîbên destûrî û demokratîk, ji bo demokrasiyeke ku kar dike yek ji mercên sereke ye.
Biryara desteserkirinê beşeke ji guvaşa zêde ya darazê ya li dijî Îmamoglu ye.
Zêdebûna vê guvaşa darazê ya derasayî ya li dijî Îmamoglu berî niha jî bal kişandibû.”
Fischer ragihand ku ji ber desteserkirina Îmamoglu bangkirina Baloyozê Tirkiyeyê yê Berlînê ya Wezareta Karên Derve ne di rojevê de ye.
Fischer her wiha destnîşan kir ku ew li ser mijarê li gel berpirsên Tirkiyeyê yên li Berlîn û Enqereyê di pêwendiyê de ne û helwesta xwe ji wan re diyar dikin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Sebastian Fischer anî ziman:
“Tişta girîng ew e ku li Tirkiyeyê rêz li îradeya dengderan were girtin.
Ev ji bo hemû demokrasiyan wiha ye.
Desteserkirin ji bo demokrasî û serweriya hiqûqê ya li Tirkiyeyê gelekî cihê dilgiraniyê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse