Hewlêr (Rûdaw) - Li 51 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan 282 kes bi hinceta “alîkarî, endamtî û propgandaya PKKyê” hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên wan ên ewlehiyê li 51 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî gelek kesan bi hinceta “alîkarî, endamtî û propgandaya PKKyê” operasyoneke bi navê Gurz-46 daye destpêkirin
Alî Yerlîkaya da zanîn ku operasyon bi hevkariya Serdozgeriyên Komarê, Serokatiya Daîreya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê û Serokatiya Îstixbaratê bi destê birêvebiriyên ewlehiyê yên bajaran hatine kirin.
Yerlîkaya da zanîn ku di operasyona ku ev 5 roj in li 51 bajaran berdewam dikir de 282 kes hatine desteserkirin.
Bi gotina Yerlîkaya, ew kesên hatine desteserkirin "alîkariya aboriyê didin PKKyê, weşanên qedexe yên alîgirên rêxistinê temîn dikin û beşdarî bûyerên kuçe û kolanan ên ku tundî li wan çêdibin" bûne.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse