Wan: Bi hinceta PKKyê 17 kes hatin desteserkirin

14-08-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi hinceta PKKyê 17 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê ragihand, di navbera 6-13ê Tebaxê de bi armanca “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” “operasyon” hatine kirin.

Li Wanê di navbera 6-13ê Tebaxê de di “operasyonên cuda” de bi hinceta “alîkariya PKKyê” 17 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKyê, xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst