Ji ber avahiyên di erdhejên Meraşê de hilweşiyan 120 kes hatin girtin

18-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsînên avahiyên erdhejên Meraşê de hilweşiyan 120 kesên bi tohmeta di avahiyan de rê û rêgezên îmarê binpê kirine, hatin girtin.

Li gor medyaya Tirkiyê lêpirsînên serdozgeriyên Komarê birêve birin de der heqê 400 kesan de ji ber ku di avahiyan de rê û rêzikên îmarê binpê kirine biryara desteserkirinê hat dayîn.

Ji gumanbarên hatin desteserkirin 120 kes hatin girtin, 112 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, derbarê 23 kesan de jî biryara desteserkirinê heye.

Di nav kesên desteserkirî de miameleyên derheqê 14 kesan de hêj dewam dikin û hat tespîtkirin 11 kesên der heqê wan de biryar heye jî canê xwe ji dest dane. Di lêkolînan de hat tespîtkirin ku ji gumanbaran 5 kes li dervayî welêt in û 39 gumanbar jî piştî îfadedayînê hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst