Malnîşin ji halê xwe nerazî ne: ‘Em dixwazin jiyaneke li gorî rûmeta mirovahiyê bijîn’

18-01-2024
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Malnişîn Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku di civîna kabîneyê de biryar hatiye dayîn da mûçeyê malnişînan ji sedî 5 were zêdekirin.

Tevî ku di nava salekê de mûçeyê karmendan bi qasî ji sedî 49,25 û ya karkeran jî bi qasî ji sedî 37,57 hat zêdekirin jî ji ber enflasyona bilind malnişîn bi gazinc in.

Bi milyonan malnişîn di bin guvaşa qeyrana aborî de hewl didin debara xwe bikin. Piraniya wan piştî ku malnişîn dibin neçar dibin di karekî nû de bixebitin.

Sendîka û saziyên pêwendîdar dixwestin ku mûçe li gorî rêjeya xizaniyê bê hesabkirin lê hesabê wan û desthilatê li hev nehat.

Yavûz Kayayê bavê 3 zarok û kalikê 5 neviyan tam 26 salan mamostetî kiriye û dû re malnişîn bûye.

Plan û xeyalên wî yên jiyanê ew bûne ku piştî teqawît bû ji xwe re bigere û jiyana xwe ya mayî hinekî bikêf derbas bike lê ew niha neçar e tevî kurekî xwe û malbata wî bijî da ku karibe ji binê kirê û xerciyan derbikeve.

Li gorî ku ew dibêje ji bo debarê herî kêm divê 70 hezar lîre têkeve nava mala wî lê pereyê ku tê derdora 30 hezarî ye. Teqawîtbûn ji bo wî nebûye aramî lê telaşa debarê li wî zêde kiriye.

“Em nikarin herin gundê xwe yê ku em lê mezin bûne”

Xanenişîn û Rêvebirê Sendîkaya Malnişînan Yavûz Kaya got:

“Berê em li gelek cihên Tirkiyeyê digeriyan lê niha bi ti awayî ne mimkûn e. Dev ji gerê berde em nikarin herin gundê xwe yê ku em lê mezin bûne û bîranînên me lê derbas bûne.

Em ji xwe kêm dikin, ji cilûbergan kêm dikin. Binêrin ew cil min di sala 2010ê de kirîn ez hîn wan li xwe dikim.

Neviyên me hene, malbatên me hene, em dixwazin wekî însanan bijîn. Tu daxwazeke me ya luksê nîne bes em dixwazin jiyaneke ku li gorî rûmeta mirovahiyê ye bijîn.”

Li gorî daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji vir û pê ve ew dê mûçeyê malnişînan li ji sedî 5 zêde bibe û mûçeyê herî kêm ê malnişîniyê dê bibe 10 hezar lîre.

Malnişîn Necatî Yilmaz anî ziman:

“Zêdekirina mûçeyê malnişînan gelekî kêm e ji ber ku enflasyon pir bilind e. Mûçe li cihê xwe dimînin.

Ez 9 hezar û 500 lîreyî distînim û ji mûçeyê herî kêm, kêmtir e. Mezinên me vê bibihîzin ez dê kêfxweş bibim.”

Di nava 6 mehan de ji bo karmendan bi qasî ji sedî 49,25, ji bo karkeran jî bi qasî ji sedî 37,57 mûçe hatin zêdekirin lê li gorî Turk-Îşê sînorê birçîbûnê bûye 47 hezar û hesabê malê û yê bazarê hev nagirin.

“Navsereyên wan tên bi kêfa xwe pereyan xerc dikin”

Malnişîn Oguz Gulsoy jî got:

“Ez 68 salî me û qet ji vê zêdekirina mûçeyê ne razî me, ji ber ku hêza kirînê qet nemaye. Gelek tişt hebûn ku me dixwest em bikin lê me ti ji wan nekirin.

Îro ne pêkan e ku Tirkek here Ewropayê lê navsereyên wan tên û li vir bi kêfa xwe pereyan xerc dikin.”

Malnişîn Mevlût Kirîş jî li ser rewşê anî ziman:

“Berê dema meaşê min dipirsîn min fedî dikir ku bibêjim, ji ber ku gelekî zêde bû ji mûçeyê herî kêm lê niha gelekî jê kêmtir e.”

Malnişîn Burhan Karaçali jî got:

“Weleh mûçeyê ku ez distînim têra min nake. Ez bi alîkariya zarokên xwe debara xwe dikim. Kirêya min ew didin û ez bi vî halî debara xwe dikim.”

Li Tirkiyeyê hejmara malnişînan gihîştiye keviya 16 milyon kesan. Mûçeya wan jî di navbera 10 û 30 hezar

lîreyan de ye.

Li gorî TUIKê rêjeya enflasyonê gihîştiye ji sedî 64. Kirêya xaniyan ji 15 hezar lîreyan dest pê dike debara malnişînan ne pêkan e.

Li gorî amaran di nava 27 welatên Eurostadê de Tirkiye di rêza duyem a dawiya lîsteyê de cih digire di warê mûçeyê malnişînan de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst