IHD: Cezakirina Leyla Guven derbeyeke mezin e li dijî çalakiyên siyasî yên Kurdan

17-10-2022
RÛDAW
Nîşan Leyla Guven IHD Cezakirin Siyasiyên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) ragihand ku cezakirina Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û siyasetmedara Kurd Leyla Guven, derbeyeke mezin e li dijî mafê pêkanîna çalakiyên siyasî yên Kurdan û banga azadkirina wê kir.

Îro 17ê Cotmeha 2022ê dadgeha Tirkiyê di çarçoveya dozekê de bi hinceta "propagandeya rêxistinê" 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê da Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û siyasetmedara Kurd Leyla Guven.

Piştî pesendkirina cezayê girtîgehê ji aliyê dadgehê ve, Komeleya Mafên Mirov a Tirkiye (ÎHD) her îro 17ê Cotmeha 2022ê bi daxuyaniyekê karvedan li dijî cezakirina Guven nîşan da.

Komeleya Mafên Mirov a Tirkiye amaje bi wê yekê da ku Leyla Guven ev salên dûr û dirêj in li ser  zemîneya siyaseta demokratîk  karûxebat û çalakiyên  xwe dike  û got: “Ev çalakiyên wê gelek caran bûne mijara darizandinê û li derveyî hiquqê derbarê wê de lêkolîn û doz hatine destpêkirin.”

ÎHDê ragihand, cezakirina wan kesên ku hewil didin pirsa Kurd  bi çalakiyên siyasî û li ser zemînek demokratîk çareser bikin, derbeyeke herî giran e li dijî mafê pêkanîna çalakiyên siyasî yên Kurdan û got: “Weke pêdiviyeke bingehîn a hiquqa demokratîk û mafê pêkanîna çakiyên siyasî, em daxwaz dikin ku cezayê hemû welatî û siyasetmedarên ku weke Leyla Guven rûbirûyî binpêkariyan bûne bê hilweşandin û bên azadkirin.

Rûniştina doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven îro Duşemê 17ê Cotmeha 2022ê li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran hatibû kirin û Leyla Guven bi rêya Sîstema Deng û Reng (SEGBIS) beşdarî rûniştinê bû. Doz ji bo çar axaftinên cûda bi hinceta “propagandeya rêxistinê” hatibû vekirin.

Encûmena Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî dozê  li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû  ku ji bo Leyla Guven bi hinceta “propagandeya rêxistinê” 11 sal û 7 meh ceza hatiye dayîn û ev ceza weke “operasyona tolhildanê” bi nav kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst