Li Îzmîrê embara kozmetîkê şewitî: Karkerek mir, 3 jî birîndar bûn

17-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çigliyê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê agir bi embareke kozmetîkê ket, karkerekî canê xwe ji dest da û 3 karker jî birîndar bûn.

Li Herêma Pîşesaziyê ya Îzmîrê ji ber sedemeke nediyar agir bi embareke kozmetîkê ket û di demeke kurt de li tevahiya embarê belav bû.

Li gorî agahiyan, ji cihê şewatê dengê teqînan jî hatiye bihîstin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîl û polîs çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîmên parastina sivîl ve hat vemirandin.

Di encama şewatê de karkerekî canê xwe ji dest da û 3 karker jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst