Di rêya vegera cejnê de bûyera trafîkê: 4 mirî, 21 birîndar!

01-07-2023
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îzmîr a Tirkiyê di bûyera trafîkê ya ku minibus û otomobîlek li hev qelibîn de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 5 jê giran 21 kes birîndar bûn.

Roja Înê li Îzmîrê di qezaya ku rêya vegera cejnê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.

Bûyera trafîkê di derdora demjimêr 19.30an de li ser rêya taxa Kisik Îzmir-Aydinê pêk hat.

Otomobîl a Ozcan O. a 11 kes tê de bûn dema ku ji Gaziemirê ber bi Ayrancilarê ve diçû, li minibusa rêwiyan a bi plakaya 09 BU 404 a ku Îsmaîl A. diajot qelibî.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê, polîs, cendirme û hawarçûnê ji bo cihê qezayê hatin şandin. Hat diyarkirin ku Sîbel O. û Şengul A. canê xwe ji dest dan, 23 kesên ku di her du wesayîtan de bûn jî birîndar bûn.

Birîndar piştî dermankirina destpêkê ya tîmên tenduristiyê yên li cihê qezayê birine nexweşxaneyên derdorê.

Birîndarên bi navê Ozcan O. û Mustafa K. tevî hemû hewldanên pizîşkan canê xwe ji dest dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst