Neteweyên Yekbûyî: Berpirsên Tirkiyê divê şaşitiya derbarê Jiyan Tosun de rast bikin û parastina wê bê kirin

16-11-2022
RÛDAW
Nîşan Teqîna Îstiklalê Neteweyên Yekbûyî Jiyan Tosun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raportora taybet a Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî Mary Lawlor ji rayedarên Tirkiyê daxwaz kir ku şaşitiya derbarê parezer Jiyan Tosun de hatiye kirin bo raya giştî bê sererastkirin û parastina wê bê kirin.

Raportora taybet a Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî Mary Lawlor 16ê Mijdara 2022an li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê armanckirina parêzer Jiyan Tosun di êrîşa li Kolana Îstîklala Stenbolê de peyamek belav kir.

Lawlor di peyama xwe de nîgeraniya xwe tîne zîman û dibêje “Ji bo hemû kesên ku ji êrîşa hovane ya 13ê Mijdarê zerar dîtine sersaxî dixwazim. Ez ji ber raporên derbarê gefên mirinê bo Jiyan Tosun û malbata wê de ku piştî bûyerê hatibû îdîakirin wê çalakî kiriye nîgeran im. Divê rayedar bi awayekî vekirî bo raya giştî vê yekê sererast bikin û parastina wê bê kirin.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag heman rojê ragihandibû ku wan bo parezer Jiyan Tosun biryara parastina ji dûr ve daye.

Piştî êrîşa 13ê Mijdara 2022an li Kolana Îstiklalê ya Taksîma Stenbolê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Adem Taşkaya Parêzer Jiyan Tosun wek "kesa bombe daniye" hedef nîşan dabû û piştre gelek kesan gef li Jiyan Tosun xwaribûn. Peyamnêrê Rûdawê pirsa hedef nîşandana Jiyan Tosun ji Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag kir ku doh ligel şandekê çûbûn Kolana Îstiklalê. Li ser pirsa Peyamnerê Rûdawê Omer Sonmez a Cîgirê we Parêzer Jiyan Tosun hedef nîşan dabû. Hûn derbarê vê yekê de dixwazin çi bibêjin?” Ozdag wiha bersiv dabû, “Ez ti tiştekî nabêjim. Wî tişta pêwîst daye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst