Di lehiya Derya Reş de hejmara miriyan gehişte 70 kesan

16-08-2021
RÛDAW
Nîşan Derya Reş Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên herêma Derya Reş ya Tirkiyê li gor agahiyên herî dawî 16ê Tebaxa 2021ê hejmara kesên ku ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane gehişte 70 kesan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), di lehiyê de li parêzgeha Kastamonu 60, li Sînopê 9 û li Bartinê jî kesekî canê xwe ji dest daye. 8 welatî jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

11ê Tebaxa 2021ê li pênc parêzgehan Samsun, Karabuk, Bartin, Sînop û Kastamonu yên Tirkiyê ku dikevin ser herêma Derya Reş lehî rabû û bû sedema zerar û ziyaneke zêde.

AFADê îro ragihand, “Di 11ê Tebaxa 2021ê de li herêma Rojavayê Derya Reş piştî baraneke zêde li bajarên Kastamonu û Sînopê lehî rabû. Li navçeya Ulusê ya parêzgeha Bartin, û navçeyên Azdavay, Înebolu, Bozkurt, Kure û Pinarbaşi yên ser bi parêzgeha Kastamonu û li navçeya Ayancik ser bi parêzgeha Sînopê jî lehî rabû. Piştî lehiyê ji bo rizgarkirin û veguhestina xelkê xebatên hemû saziyên peywendîdar bi piştgiriya karmend û otomobîlan yekser dest pê kirin. Ji ber lehiyê li Kastamonu 60, li Sînopê 9 û li Bartinê 1, bi tevahî 70 welatiyên me canê xwe ji dest dane. 8 welatiyên me jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.”

AFADê ragihand ku, xebatên wan li herêma lehiyê bi beşdarbûna ji her astê bi hemû karmendan li gor sîstema 7 roj û 24 demjimêran berdewam in. Herwiha, bi dehan malbatên ku mirovên wan di lehiyê de wenda bûne û heta niha nehatine dîtin ji bo dîtina wan serî li saziya AFADê dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst