Banka Navendî ya Tirkiyê: Nirxê xaniyan di salekê de ji %121.3 zêde bûye

16-06-2023
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî ya Tirkiyê Nirxê Xaniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên ku Banka Navendî ya Tirkiyê belav kirine li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nirxê xaniyan di Nîsana îsal de li gor Nîsana sala borî ji sedî 121.3 zêde bûne. Nirxê xaniyek 100 metre çargoşeyî li sernaserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gihiştiye 2 milyon û 284 hezar û 100 lîreyên Tirkî ku dike derdora 97 hezar dolarên Amerîkî.

Banka Navendî ya Tirkiyê amarên Nîsana 2023an ên derbarê endeksa nirxê xaniyan de belav kirin.

Li gorî Banka Navendî ya Tirkiyê di Nîsana îsal de li gor meha berî wê endeksa nirxê xaniyan  ji sedî 4.7 zêde bûye. Li gor heman meha sala derbasbûyî jî nirxê xaniyan ji sedî 121.3 zêde bûye.

Nirxê xanî û yekeyên niştecihbûnê di Nîsana îsal de li Stenbolê bi rêjeya ji sedî 114.1, li Îzmîrê ji sedî 123, û li Enqerê jî ji sedî 126.1 zêde bûye.

Li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê xaniyan bi awayek navendî di salekê Çileya îsal ji sedî 153.1, Sibatê ji sedî 141.5 û Adarê jî ji sedî 132.8 zêde bibûn.

Nirxê xaniyan di Nîsanê de bi rêjeya ji sedî 147 herî zêde li  bajarên Zonguldak, Bartin û Karubukê zêde bûne.

Piştî van bajaran bi rêjeya ji sedî 143.2 Edîrne, Kirlarelî, Tekîrdag tên. Li pey wan jî bi rêjya ji sedî 142.2 li  bajarên Çankiri, Kastamonu û Sînopê yên Tirkiyê herî zêde nirxê xaniyan bilind bûye.

Li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nirxê metre çargoşeyeke xanî ji Nîsanê û şûnde bo 22 hezar û 841 hezar lîreyan biha bûye. Wate nirxê xaniyekî 100 metre çargoşe li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi awayek navendî gihiştiye 2 milyon û 284 hezar û 100 lîreyên Tirkî dike 96 hezar û 783 dolarên Amerîkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst