Doza Kobaniyê di bin siya peyamên nermbûna siyasî de

16-05-2024
Nîşan Doza Kobaniyê Selahattîn Demîrtaş Biryar Dadgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê heye ku yek ji dozên herî girîng ên siyaseta Bakurê Kurdistanê ye.

Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag zêdeyî 7 salan e ji ber Doza Kobaniyê hatine girtin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin ku 18 ji wan girtî ne.

Tê çaverêkirin ku dadwer vê rûniştinê biryara dawî li ser dozê bide.

“Ji ber ku wan siyaset kiriye tên tohmetbarkirin”

Hevberdevkê Komîsyona Hiquqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan got:

“Hevalên me bi ti awayî tawan nekirine. Wekî ku Demîrtaş û hevalên me yên din jî dibêjin, tenê ji ber ku wekî siyasetmedaran axivîne, tên darizandin.

Bifikirin, mirovek diaxive lê bi 30 tawanên cuda tê tohmetbarkirin.

Tiştekî din din nîne. Anku ji ber ku wan siyaset kiriye tên tohmetbarkirin.”

Rûniştina biryarê ya Doza Kobaniyê di bin siya peyamên nermbûnê yên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de tê kirin û Erdogan ji bo destûreke nû ji mixalefetê piştgiriyê dixwaze.

DEM Partî jî biryareke erênî ya li ser Doza Kobaniyê ji bo destpêkirina wê pêvajoyê wekî pêngaveke girîng dibîne.

“Li hiqûqê vegere”

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş bangî desthilatê kir û got:

“Banga me ya ji bo desthilatê ye ku li hiqûqê vegere.

Em bang li desthilatê dikin, berê xwe bidin edaletê, biryarên Dadgeha Ewropayê bînin cih, biryarên Destûra Bingehîn bînin cih.

“Azadiya wan tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê”

Dawiyê li rewşa dîlgirtina hevalên me bînin. Azadiya wan tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê.

Tê wateya edaletê û azadbûna me hemûyan.”

Piştî ku DAIŞê sala 2014 an êrişî Kobaniya Rojavayê Kurdistanê kir di navbera 6 û 8ê Çiriya Pêşîn de li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê protesto hatin kirin.

Di wan xwepêşandanan de 46 kes hatin kuştin û 682 kes jî birîndar bûn.

Sala 2016an derheqê gelek siyasetmedarên HDPyê doz hat vekirin ku wekî Doza Kobaniyê tê binavkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta niha çend caran bang kiriye ku Selahattîn Demîrtaş were berdan lê Tirkiye biryaran bi cih nayîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst