Rayedarên CHPê li sedemên sernekeftinê digerin: PKK, Akşener û lîsteyên namzedan

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 CHP Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinan, ligel rayedarên partiya xwe civiya û encamên hilbijartinan gotûbêj kir. Li gor zanyariyan, di civînê de ji bo pirsa di hilbijartinan de xeletî li ku hatiye kirin, bersiv hat xwestin.

Di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya ku duh bi serokatiya namzedê serokomariyê yê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hat lidarxistin de, nexşerêya gera duyem a hilbijartina serokkomariyê ya di 28ê Gulanê de hat gotûbêjkirin.

Di civînê de ku nêzî 2,5 saetan dom kir, têkildarî hilbijartinên 14ê Gulanê nirxandin hatin kirin.

Li gor zanyariyan, di civînê de ji bo pirsa di hilbijartinan de xeletî li ku hatiye kirin, bersiv hatiye xwestin û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHPê têkildarî mijarê axivîne.

Propagandaya hevkariya bi PKKê re

Li gorî nûçeya malpera tv100, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHPê di civênê de bal kişandin ser wê yekê ku ji bilî Partiya Saadetê, partiyên din di pêvajoya kampanyayên hilbijartinan de li qadê çalak nebûne û ew yek hatiye rexnekirin.

Herwiha di civînê de behsa propagandaya hevkariya CHPê û Hevpeymaniya Millet a bi PKKê re hatiye kirin û hatiye gotin, ew propagandaya desthilatê ya li dijî Hvepeymaniya Millet bandora xwe hebûye û vê rewşê bandoreke neyînî li hilbijartinan kiriye.

Akşener û lîsteyên berbijêran

Di civîna serkirdayetiya CHPê de herwiha behsa dema veqetiyana demkî ya Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ji maseya 6 alî jî hatiye kirin û hatiye destnîşankirin, ku ew yek sedemeke kêmbûna dengên hevpeymaniya wan bûye.

Hat diyarkirin ku bertekên endamên partiyê yên li hemberî hin namzedên ku ji lîsteyên CHPê hatine diyarkirin bandoreke neyînî li hilbijartinê kiriye.

Li gor zanyariyan, di civînê de Kemal Kiliçdaroglu gotiye ku ew ji bo gera duyemîn a hilbijartinan hêj bi hêvî ne.

Kiliçdaroglu bi gotina “Her tişt neqediya, me winda nekir, Erdogan winda kir, em dê bi ser bikevin” tekez kir, “Moralê xwe ji dest nedin. Em dikevin pêvajoyek nû ya kampanyayê.”

Her wiha hat zanîn ku Kiliçdaroglu dê di rojên pêş de bi Berbijêrê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan re jî bicive ku di hilbijartinên serokkomariyê de %5.20 dengan bidest xistine. Lê hatiye gotin ku  belê rayedarên CHP'ê ji vê hevdîtinê bê hêvî ne.

Hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin û encamên ku ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ve hatine belavkirin, ne li gor texmînên CHPê û eniya opozisyonê û herwiha ne li gorî pêşbîniyên di piraniya rapirsiyan (anketan) de bûn.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, lê ji ber ti yek ji wan nekarî rêjeya 50+1 misoger bike, hilbijartin derbasî gera duyem bû.

Gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê dê di 28ê Gulanê de (12 rojên din) bê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst