Babacan: Eger HDP piştgiriya Kiliçdaroglu bike em dê kêfxweş bibin

16-03-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya DEVA HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Ali Babacan ragihand ku eger HDP û partiyên din piştgiriya Kiliçdaroglu bikin ew dê gelekî kêfxweş bibin.

Ali Babacan di bernameyeke televîzyonî de li ser mijara hilbijartin û rojevê de axivî.

Babacan li ser pirsa “Hûn dê ji Destûrê Tirkbûnê derxînin?” got, “Di Teksta Polîtîkaya Hevbeş de tiştekî wiha nîne, lê Partiya DEVA dixwaze pênaseya welatîbûna biguhere. Em pênaseya welatîbûnê berfirehtir û giştgîr dikin. Peyva Tirk û Tirkbûnê di gelek cihên destûrê de heye, lê em pênaseya welatîbûnê bi awayekî ku hemû welatiyan li xwe bigre nû dikin. Welatiyên me yên Tirk-Kurd-Laz-Roman-Boşnak kî dibe bila bibe, dê bibêje ez welatiyê vî welatî me.”

Babacan derbarê HDPê de jî axivî û got, “Hevpeymaniya Millet ji 6 partiyan pêk tê. HDP di nav hevpeymaniyeke din de ye, ji ber wê ji aliyê teknîkî ve nê pêkan e ku li vê derê be. Eger HDP û partiyên din piştgiriya Kiliçdaroglu bikin em dê gelek kêfxweş bibin, ev tiştekî baş e.”

Babacan rexne li rêvebirina aboriyê girt û ragihand ku dema bibin desthilat yekem karê wan dê guhertina Serokê Banka Navendî û Serokê Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst