Baroya Stenbolê: Divê derbarê kesên Jiyan Tosun kirine armanc de lêpirsîn bê kirin

15-11-2022
RÛDAW
Nîşan Baroya Stenbolê Jiyan Tosun Partiya Zafer Adem Taşkaya Teqîna Îstiklalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Stenbolê derbarê Parêzer Jiyan Tosun de ku piştî teqîna li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Adem Taşkaya ve hedef hatibû nîşandan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ku îro 15ê Mijdara 2022ê ji aliyê Baroya Stenbolê ve hatiye belavkirin, tê gotin ku ev kiryareke ne yasayî ya reşkirinê ye û divê derbarê kesên bûne sedema vê yekê de lêpirsîn were destpêkirin.

Piştî êrîşa 13ê Mijdara 2022ê li Kolana Îstiklalê ya Taksîma Stenbolê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Adem Taşkaya Parêzer Jiyan Tosun wek "kesa bombe daniye" hedef nîşan dabû û piştre gelek kesan gef li Jiyan Tosun xwaribûn.

Baroya Stenbolê ku Jiyan Tosun endama wê ye îro li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kiriye û dibêje: "Piştî teqîna Îstiklalê parêzera endama baroya me kirin armanc, li gor Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirov a Ewropayê reşkirina kesekê/î dijî qanûnê ye. Lewra divê derbarê kesên bûne sedema vê yekê de lêpirsîn bê destpê kirin.”

Peyamnêrê Rûdawê pirsa hedef nîşandana Jiyan Tosun ji Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag kir ku doh ligel şandekê çûbûn Kolana Îstiklalê. Li ser pirsa Peyamnerê Rûdawê Omer Sonmez a Cîgirê we Parêzer Jiyan Tosun hedef nîşan dabû. Hûn derbarê vê yekê de dixwazin çi bibêjin?” Ozdag wiha bersiv dabû: “Ez ti tiştekî nabêjim. Wî tişta pêwîst daye.”

Umit Ozdag herwiha di dawiya axaftina xwe de ji Peyamnêrê Rûdawê pirsî ka tû kîjan kanalî? Omer Sonmez jî got: "Ez Peyamnêrê Rûdawê me." Piştre Ozdag got: "Ger em bên ser desthilatê em dê Rûdawê jî bigrin ji ber parçebûnê çêdike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst