Li Herêma Derya Reş çendîn gund ji ber lehiyê bê elektrîk mane

15-08-2021
RÛDAW
Nîşan Kastamonu Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê  li beşek zêde ya gund û navçeyên Herêma Derya Reş ku lehî lê rabûne jêrxanayên elektrîkê ji nav çûne û heya niha jî bê elektrîk in. Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê jî bi rêya helîkopteran jeneratotran bo wan gundan dişîne.

Beşek ji gundên li ser sînorên parêzgehên Kastamonu, Sinop û Bartin yên Herêma Derya Reş  ji roja Sêşemê 10ê Tebaxê, , heya niha ji ber lehiyê bê elektrêk in. Di demekê de ku hêj jî metirsiya lehiyê berdewam e û tîmên hewarçûnê hewla rizgarkirin û dîtina qûrbaniyên lehiyê  didin.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê bi awayekî hewl dide bi rêya helîkopteran  jeneratoran bo wan gundên lehiyê bişîne.

Zêdehiya ew gundên ku jêrxana wan a elektrîkê ji nav çûne dikevin ser bi sînorê navçeya Bozkurt a parêzgeha Kastamonuyê  ku dikeve Herêma Derya  Reş.

Di roja Sêşema borî lehiyeke bi hêz li Herêma Derya Reş ya Tirkiyê rabû. Di encama wê lehiyê de zerarek zêde ya canî û maddî bi parêzgehên Kastamonu, Sinop, Rize û Bartinê yên wê herêmê ketin. 

Li gor amarên herî dawî yên Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan hejmara ew kesên ku ji ber lehiyê canên xwe ji dest dane giheştiye 57 kesan û karûbarên lêgerîna kesên windayî jî berdewam in.

Li gor heman amaran 48 kesan li Kastamonu, 8 kesan li Sinopê û kesekê jî li Bartinê canên xwe ji dest dane.

Li aliyê din Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku "li Kastamonuyê 62 kesan, li Sînopê jî 14 kesan ji bo windayiyan agahî dane aliyên peywêndîdar hene."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst