Îsal 26 hezar welatiyên Tirkiyê koçî Ewropayê kirine

21-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Yekîtiya Ewropayê Koça Welatiya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Yekitiya Ewropayê, sala 2023an zêdeyî 26 hezar welatiyên Tirkiyê ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropayê dane. Tirkiye di rêza penabertiya bo Ewropayê de piştî welatên Sûriye, Efxanistan, Venezuella û Kolombiyayê di rêza 5an de cih digre.

Nîqaşên derbarê pirsgirêkên wergirtina vîzeyê de yên welatiyên Tirkiyê ji welatên Ewropayê berdewam in. Li gor amaran li ser asta cîhanê Tirkiye di rêza serlêdana vîzeyê de bo welatên Ewropayê de di rêza yekem de ye.

Sala 2022an li hemû cîhanê 7 milyon û nîv kesan bo vîzeyê serî li konsolosxaneyên welatên Yekitiya Ewropayê û Schnengenê dane. Zêdeyî %10ê vîzeyan ên welatiyên Tirkiyê bûne. Sala 2022an 778 hezar û 409 welatiyên Tirkiyê daxwaza vîzeya Ewropayê û Schnengenê kirine, ev hejmar sala 2021ê 271 hezar û 997 bû. Piştî Tirkiyê herî zêde welatiyên Rûsya û Hindistanê daxwaza vîzeya Ewropayê û Schnengenê kirine.

Sala 2022an %15.37ê daxwazên vîzeyê yên welatiyên Tirkiyê hatine redkirin, ev rêje sala 2021an %16.9 bû.

Herwiha hejmara welatiyên Tirkiyê yên koça Ewropayê dikin jî zêde dibe. Sala 2023an zêdeyî 26 hezar welatiyên Tirkiyê ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropayê dane, ku Tirkiye di rêza penabertiya bo Ewropayê de piştî welatên Sûriye, Efxanistan, Venezuella û Kolombiyayê di rêza 5an de cih digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst