Erdogan: Li Tirkiyeyê nermbûna siyasî çêbûye

15-06-2024
RÛDAW
Nîşan Cejna Qurbanê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand di siyaseta Tirkiyeyê de de nermbûnek çêbûye û careke din milet dê hevdû hembêz dike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyamek belav kir.

Erdogan da zanîn ku li Tirkiyeyê di warê siyasî de nermbûnek çêbûye û ev jî bûye sedem ku xelkê Tirkiyeyê hevdû himbêz bike.

Erdogan behsa rewşa aborî ya Tirkiyeyê jî kir û got ku ew derbasî qonaxa nehîştina enflasyonê bûne û dê di nîva duyem a îsal de berhemên wê bên dîtin.

Erdogan di berdewamiya peyama xwe de behsa operasyonên leşkerî û şerê bi PKKyê re jî kir û diyar kir ku dê operasyonên wan berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst