Rêveberiya Xweser li ser 'pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê' daxuyanî da

30-06-2024
RÛDAW
Nîşan Beşar Esed Sûriye Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku lihevkirina Sûriye û Tirkiyeyê re komployeke mezin e.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser "asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê" daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê amaje bi destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê kir û wiha got:

"Her kes dizane ku rola dewleta Tirkiyeyê ya dagirker ji destpêka şoreşa li Sûriyeyê de neyînî ye.

Ji bo berfirehkirina xeleka serweriya xwe ya di çarçoveya "Mîsaqi Millîˊ'yê hêzên tundrew û komên terorîst bi kar anîne.

Ji wê zêdetir Tirkiyeyê pêdiviyên gelê Sûriyeyê bi kar anîn û siyaseta xwe ji ser hesabê gel da meşandin.

Bi maskeya derewîn û xapandinê îdia kir ku ew piştgirê yekem ê Sûriyeyiyan e, parçeyên Sûriyeyê dagir kirine. “

“Lihevkirin komployek e li dijî Sûriyeyiyan”

Rêveberiya Xweser di behsa egera pêwendiyên Şam û Enqereyê jî kir û wiha got:

“Dewleta Tirkiyeyê hewl dide li qada xwînê ya Sûriyeyê destê xwe bide Şamê, bi taybetî dewleta Tirkiyeyê li dijî Sûriyeyiyan sûcên şer kirine û divê berpirsên wê werin darizandin.

Ev lihevkirin, ger pêk were, wê demê li dijî gelê Sûriyeyê bi tevahî etnîkên wê komployeke mezin e û rewabûna dagirkirina Tirkiyeyê ye.

 Ji ber ku Tirkiyeyê di dîrokê de tê naskirin ku dema herêmek dagir kir bi hêsanî jê dernakeve."

Esed û Erdogan behsa asayîkirina pêwendiyan dikin

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdodgan roja înê li ser danûstandinên bi Beşer Esed re wiha got:

“Ji bo em pêwendiyê daneynin ti sedem nîne. Çawa ku me di demên borî de pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re zindî hiştin, wekî hûn dizanin me bi birêz Esed re bi malbatî jî hevdîtin kirin, ne pêkan e ku em bibêjin sibe jî nabe, dê dîsa bibe.”

Divê were gotin, beriya bi demekê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî eşkere kiribû ku bi şertê ku rêz li serweriya wan were girtin ew amade ne pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re asayî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst