Polîsan midaxeleyî Dayikên Şemiyê kir: Gelek kes hatin desteserkirin

15-04-2023
RÛDAW
Nîşan Dayikên Şemiyê Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê yên ku dixwestin li Qada Galatsay a Kolana Îstîklalê ya Stenbolê daxuyaniyekê bidin rûbirûyê midaxeleya polîsan bûn û zêdeyî 13 kes hatin desteserkirin.

Îro Şemiyê 15ê Nîsana 2023an li Qada Galatasarayê Kolana Îstîklalê ya Stenbolê di çalakiya Dayikên Şemiyê de ku dixwestin daxûyaniyekê bidin polîsan rê neda daxuyaniya wan û zêdeyî 13 kesan ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got di çarçoveya 942emîn hefteya çalakiya xwe de xwestin ji Kolana Îstîklalê biçin Qada Galatasarayê lê polîsan midexaleya wan kiriye û hejmarek dayik û malbatê wan hatine desteserkirin.

Ligel ku Dadgeha Destûrê ya Bingehîn a Tirkiyê (AYM) derbarê çalakiyên wan de biryara “binpêkirina maf” daye, lê polîs careke din rê nadin çalakiyên Dayikên Şemiyê û dorpêç dikin.

Li gor peyama hatiye belavkirin: Hanim Tosun, Hanım Tosun, Hanife Yıldız, Ali Ocak, Besna Tosun, Mikail Kırbayır, Feyyaz Yaman, Gulseren Yoleri, Faruk Eren, İrfan Bilgin, Hasan Karakoç, Kenan Yıldızerler, Zekine Turkeri û Arzu Aksakal hatine desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst