ENQERE – Nêzikî 1300 kes di Roja Evîndaran de zewicîn

15-02-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Ehmed jî ku xelkê Hewlêrê ye di Roja Evîndaran de bi keçeke Tirk re zewicî
Ehmed jî ku xelkê Hewlêrê ye di Roja Evîndaran de bi keçeke Tirk re zewicî
Nîşan Roja Evîndaran Valentines Day Enqere
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li Enqerê tenê li navendekê di Roja Evîndaran de 200 kesan bi fermî jiyana hevsergirî pêk anîn ku di nav wan de xortekî Hewlêrî jî heye. Ehmed jî di wê rojê de bi keçeke Tirk re zewicî. Li paytexta Tirkiyê nêzikî 1300 kes zewicîn.

Li navenda birîna mehra fermî ya şaredariyeke Enqerê,  di demên asayî de rojana 20 heta 30 kes li vê navendê bi fermî jiyana hevsergîrî pêk tînin. Lê duh weke roja evîndaran li wê navendê zêdetirî 200 kesan bo jiyana hevsergirî gotin, belê!

Zava Mehmet Kayalar dibêje, “Em îro dilşad û keyfxweş in, hem roja xoşewîstan e, hem jî ez ji Almanyayê hatim û em îro gehiştin mirada xwe,  bi piştgiriya Xwedê em gehiştin hev û dîsa bi piştgirya Xwedê înşelleh em ê jiyaneke xweş bi hev re bijîn.”

Ehmed û Şeymanûr jî biryar dane ku mehra xwe ya fermî bibirin, Ehmet kurdekî Hewlêrî ye li Enqerê di kompanyeyekê de kar dike, jixwe çîroka wî û Şeymanurê jî li vê kompanyayê destpêkiriye û heta ser masa zewacê hatiye

Ehmed Merîwan, dibêje, “Me le heman kompanya kar dikir, piştî me hev dît me dest bi hev re qise kir û em gehiştin heta rojeke weke îro.”

Şeymanûr Pala jî diyar dike, “Min Ehmed ji barekî giran rizgar kir, ew dê bo bîranana roja me û roja xweşewîstan tenê yek diyarî ji min re bistîne, vê havînê ez dixwazim biçim Hewlêrê, her tişt bi xêr be înşellah.”

Malbatên Ehmed û Şeymanûrê jî ku weke malbeteke Tirk û yeke Kurd di rojeke wiha de hevdû pîroz dikin û keyfxweşiya xwe bi me û hemû bînerên Rûdawê re  jî parve dikin.

Merîwan Jiyawok, bavê Ehmed dibêje, “Rojeke weke îro em keyfxweşi in. kurê min dizewice, Li Tirkiyê çi ferq di navbera kurd û tirkan de tine, me hev nas kirin û ew jî malbateke gellek baş in û îro weke roja xweşevîstane, em pîrozbahiyê li hemû kesê li hemû li hemû xweşevîstan dikin.”

Ozdemîr Pala, bavê bûkê jî radigihîne, “Xwedê tela wan bextewar bike, hêvîdarim ku her du malbat heta heta bi hev re bi dilên xweş bijîn. Zarokê me hevdu ditîne û ji hev hez kirine , em jî weke malbat alikariya wan dikin.”

Di Roja Evîndaran de bûk û zava û bi miraza xwe digehin û malbat şanaz û kêfxweş in, westiyana karê vê rojê jî dimîne bo rêveberê vê navendê.

Hasan Yildirim, Mudurê idareya Zewacê, dibêje, “Îro rojeke taybet e. qelebalix zêdetir e,  îro roja xoşewîstan û herkes dixwaze ku mehra xwe îro bibire, em jî  hêviya bexteweriyê bo wan dikin.

Di Roja Evîndaran de tenê li Enqerê nêzîkî 1300 kesan weke Ehmed û Şeymanûr bi mirada xwe gehiştin. Ehmed û LŞeymanûr niha jî plan dikin ku   meha hingivînî jî li başurê kurdistanê derbas bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst